EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Terorîstên Talibanê bajarekî Efxanistanê girtin

Çekdarên Taliban êrişî bajarekî Efxanistanê kirin û beşek ji bajêr girtin. Di nav bajêr de şerekî giran derketiye.

Îro danê sibê çekdarên Taliban êrişî bajarekî Efxanistanê bi navê Ferha kirin. Ferha dikeve rojavayê Efxanistanê.

Li gorî agahiyên BBC, çekdarên Taliban beşek ji bajêr girtine û şerekî giran di navbera wan û hêzên hikûmetê de derketiye.

Bajarê Ferha navenda eyaleta Ferah ya Efxanistanê ye.

Başa dön tuşu