FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehîdek û 120 birîndar li nozdehemîn Îniya Meşa Mafê Vegeriyanê

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê Îniyê bi şev qala şehîdbûna filistînniyekî û birîndarbûna 120 kesan di nozdehemîn Îniya meşa mezin a Mafê vegeriyanê li Zîvala Xezeyê kir.

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê bi bîr xist ku li nav birîndarên roja Îniyê hejamreka zêde ya jin û zarok hene.

Meşa bi aştî ya mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara 2018an va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bû û hema wisa didome.

Ji 30ê Adaraê va heta niha, 155 filistînî li vê meşa mezin bi gulleyê çekdarên israîlî şehîd bûne û zêde ji 17 hezar kes jî birîndar bûne.

gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetên siyonîstan şermezar kirine.

Meşa filsitîniyan li salvegera Roja Erdê biryaya Rêjîma Siyonîst a desteserkirina erdên filsitîniyan di 30ê Adara sala 1976an bi bîr tîne ku her salê tê lidarxsitin.

Rêjîma Israîlêî bi desterserkirina erdên filsitîniyan û avakirina bajarokên siyonîstnişîn têda dil heye nijyar û tevna cuxrafyayî ya navçeyên filsitînî biguherîne û bike siyonîstî da ku serdestîxwaziya xwe li navçeyên filsitînî xurt bike.

Başa dön tuşu