ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Hêza manowrdayîna Îranê li hember binpêbûna Lihevkirina Navokî, hêza pêşîlêgirtinê ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Veteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, got, hêza manowrdayîna Îranê li hember binpêbûna Lihevkirina Navokî ji aliyê welatên rojavayî û bi taybet amerîkiyan, hêza pêşîlêgirtinê ye.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Veteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê, li axiftinekê bal kişand ser vê yekê ku hin bêsoziyên li hin berûlayên Lihevkirina Navokî ji aliyê  welatên rojavayî û amerîkiyan hatine dîtin û destnîşan kir Îranê heya niha qet Lihevkirina Navokî binpê nekiriye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Veteweyî ya Komara Îslamiya Îranê destnîşan kir, Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, her tişta ku ji rapora teknîkî ya li ser cihanîna sozên Îranê li warê Lihevkirina Navokî amade kiriye heta ew ên ku bi xerez hatine amadekirin, wê yekê nîşan didin ku Îranê hemî sozên xwe cih anîne û ev kiryarên erênî, bi awayekî xwezayî hewcedarên bersiveka erênî ye jî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu