IraqLubnanNûçeRojhilatanavin

Seid El-Herîrî dê sedana Bexdayê bike

Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî bi fermî daxwaz ji Serokwezîrê Libnanê Seid El-Herîrî kir sedana Iraqê bike.

Îro, Yekşemê 20.08.2017 û li gor nivîsingeha Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî ragehandî ku, di serdana Elawî ji Beyrûtê re û hevdîtina li gel Serokwezîrê Libnanê Seid Herîrî kirî daxwaz ji Serokwezîrê wî welatî kiriye ku, serdana Iraqê bike.

Li gor daxuyaniya Nivîsingehê Elawî û Herîrî di wê hevdîtinê de pêwendiyê di navbera Bexda û Beyrûtê de gotûbêjkirin, herwiha bihêzkirina wan pêwendiyan, di heman demê de behsa hemahingiya di navbera her du aliyan de di şerê li dijî terorê.

Herwiha daxuyaniyê da zanîn ku, Serokwezîrê Libnanê soz da Eyad Elawî ku, ew dê di demeke nêzîk de serdana Iraqê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu