IraqNûçeRojhilatanavin

Pêgirîya Barzanî û Seyyid Hekîm ser hevsengî û rêketina derbarê pêkanîna dewleta Iraqê de

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di hevdîtinekê de pêgirî li ser pêwîstîya rêketin û hevsengî û pişkdarîya rastî ya hemî alîyan di pêkanîna dewleta nû ya Iraqê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê duh êvarê di çarçova seredaneke çaverênekirî de giheşte Bexdayê û bi Seyîd Emmar Hekîm serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê re hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora malpera fermî ya Partîya Dêmokirat a Kurdistana Iraqê (PDK), her du alîyan di vê hevdîtinê de alûgurên sîyasî yên Iraqê û mijara pêkanîna dewleta nû ya vî welatî hilkolandine û xwestine ku demajoyeke şefaf û saxlem ji bo pêkanîna dewletê destpê bibe.

Barzanî û Hekîm pêgirî li ser çareserkirina pirsgirêkên Iraqê û pêkanîna istiqrarê li vî welatî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêka destûra bingehîn a Iraqê kirin.

Barzanî û Hekîm li pişkeke vê hevdîtinê pêgirî kirin ku divê dewleta nû ya Iraqê li gorî hevsengî, rêketin û pişkdarîya rastî ya hem alîyan di birêvebirina welêt de û bi rêya hevkarî û hevdengîya gişk alî û koman were pêkanînê.

Başa dön tuşu