FilistînNûçeRojhilatanavin

Şehîdbûna du filsitîniyan di encama êrişa eskerên Rejîma Siyonîst de

Eskerên Rejîma Siyonîst bi êrişa ser xwenîşanderên “mafê vegeryanê“ li zîvala sînorî ya rojhilata Xan Yûnisê li zîvala Gazayê, du filistînî bi derba gullê şehîd kirin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Filistîna El-Yewmê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê raghand: Xazî Ebû Mustefa, 43 salî ku roja îniyê li Xan Yûnisê gulleya eskerên sîyonîst li sêrî ketibû, şehîd bû.

Ji aliyê din ve jî zarokekî filistînî jî duh ket ber gulleyên eskerên Rejîma Siyonîstî û şehîd bû.

Eskerên Rejîma Siyonîst duh li encama êrişa ser xwenîşandera, 45 filistînî bi derba gullê birîndar kirin. Meşa biaşitî ya “mafê vegeryanê“ ji 30 Adara buhurî ve bi boneya “roja erdê“ li zîvala Gazayê destpê bû û heya niha jî didome.

Ji 30 Adarê ve heya niha 154 filistînî li vê meşê bi derba gullên eskerên îsraîlî şehîd bûn û nêzîkî 16 hezar  û 750 jî kes birîndar bûne.

Başa dön tuşu