Mirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyda Seîdê Nursî

Seîdê Kurdî di dilê me de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike

Îro salvegera wefata zanayê kurd û seydayê hêja, Seîdê Nursî ye. Mamoste Seîd, li gundê Nursa bi ser Xîzana Bedlîsê girêdayî, di sala 1873 an de hatibû dinyê. Newroza 1960 î, li Rihayê wefat kiribû.

Seîdê Nursî ji awira îzah û şehrkirina pirsên olî û zaniyariyê, ji bo neslê nû û dema niha, perspektîvên giranbuha pêşkêş dike. Ew, ne li dijî medresên klasîk e. Lê ji bo avakirina zanîngehên modern jî xebatek bê westan dide pêşiya xwe. Pirekê di nav duhî û îro de ava dike. Di vê çarçoveyê de, zaniyariya modern weke nûra mêjî û ilmê olî jî mîna şewqa wijdan binav dike. Dixwaze bi bawerî û zaniyariyê mirovahiyê bighîne rastiyê. Anku Seîdê Kurdî, ilmdarên klasîk derbas dike, girêdana baweriyê bi zaniyariyê, ji bo nesil û qonaxa nû, bi firehî, îzah û şehr dike. Fêrbûna ilm û teknîkê, pêşketina gel dixwaze.

Seîdê Kurdî di dilê me de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike. Cihê wî buhuşta rengîn be… (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu