IraqNûçeRojhilatanavin

Se’idî Ehmed Pîre xwe kire namzedê parêzgariya Kerkûkê

Berdevkê berê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) bi peyamekê bo Alîkarê Sêkrêtêrê giştî û Endamên Mekteba Siyasî ya Yekîtioya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), qala namzediya xwe jibo bidestxistina posta parêzgariya Kerkûkê kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Seidî Ehmed Pîre, ji endamên Mekteba Siyasî û Berdevkê berê yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Yekşemiyê bi peyamekê xitabî Kosret Resûl, Alîkarê Sêkrêtêrê giştî û Endamên Mekteba Siyasî ya vê partiyê, namzediya xwe jibo bidestxistina posta parêzgariya Kerkûkê li bakur Iraqê ragihand.

Pîre li peyama xwe destnîşan kiriye ku li gorî hestiyariya berpirsiyariya dîrokî li beranberî gelê Herêma Kurdistanê û Kerkûkê mafê xwe dizane ku bibe namzedê bidestxistina posta Parêzgariya vê parêzgeha kêşeliser û niftzêm.

Ev di rewşekê da ye ku pêştir posta parêzgariya Kerkûkê di destê YNK’ê da bû û niha jî gellek ji endamên vê partiyê xwe kirine namzedê bidestxistina vê postê.

Başa dön tuşu