Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bal kişande ser viya ku cîhanê fikir nedikir ku hêzên iraqî bikaribin bi vê zûtiyê li nav Mûsilê terorîstên DAIŞÊ têk bidin û got: Niha pêwîst e proja avakirina Mûsilê bi lezgînî destpê bibe.
Li gor rapora IRIB News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê duh yekşemê, çû Mûsilê navenda parêzgeha Nêynewayê û bi fermî azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ragihand.
Ebadî piştî hevdîtina tev fermandarên iraqî bal kişande ser viya ku mêrxasî û camêriya hêzên çekdar ên Iraqê bona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê cîhan ecêbgirtî kir û got: Hêzên iraqî mêrxasiya xwe nîşanî gelên cîhanê dan.
Li gorî raporên ber dest, Ebadî dê li bara azadiya bajarê Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê daxûyaniyek da.
Hatiye ragihandin ku Ebadî piştî gihêştina nav bajarê Mûsilê azadiya vî bajarî li gelê Iraqê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)