ÎranNûçeRojhilatanavin

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê: Gelê Îranê 40 sal e bi awayekî xurt li hemberî pergala serdestîxwaz sekinîye

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê wek berteka li hemberî hewildanên Donald Trump serokomarê Amerîkayê ji bo lihevxistina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê û got: Gelê mezin ê Îranê çil sal in bi awayekî xurt li hemberî kiryarên bikîn ên pergala serdestîxwaz ji wan Amerîkayê sekinîye.

Hucet ul islam Seyîd Mihemed Hesen Ebûturabîferd li xutbên nimêja înîyê ya Têhranê got ku pergala serdestîxwaz di 40 salên buhurî de bi şêwazên curbicur ji wan sepandina şêrr, boykot û zextên sîyasî bi dû derbelêdana li Komara Islamî ya Îranê bûye lê ser neketîye.

Pêşnimêjê nivêja înîyê ya Têhranê herwiha got: Kiryarên bikîn û bêsozîyên Amerîkayê di warên curbicur da ji wan têkildarî rêketinama navokî bûne sebeb ku gel û berpirsên Komara Islamî ya Îranê bigihêjin vê encamê ku divê Îran şirîkên xwe ji nav welatên bawerpêkirî hilbijêre.

Hucet ul islam Seyîd Mihemed Hesen Ebûturabîferd herwiha got: Gelê Îranê tu wexta pişta xwe nekutaye pergala serdestîxwaz û nakutê jî.

Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ji Çilleya sala 2016`an ve cih tê lê dewleta Amerîkayê wek endamekî vê komê di vê midehê de hertim bêsozî kirîye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê hertim berovajî alîyên din ên rêketinama navokî, ev rêketinama biwehşet bi navkirîye û xwestîye ku ewê lihev bide lê cîhan li dijî vê kiryara bikîn a serokomarê Amerîkayê ye.

Başa dön tuşu