ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna `Komên Xwendevan ên Îranê` ser dewama slogana `Mirin jibo Emerîkayê`

`Komên Xwendevan ên Îranê` îro li merasima bi coş a 13 Abanê li ber balyozxana berê ya Emerîkayê li Têhranê ku wek hêlîna sîxoriyê tê naskirin, li daxûyaniyekê ser dewama slogana `Mirin jibo Emerîkayê` sekinîn.

 Merasima  meş û rêpîvana  roja 13 Abanê vê sibê hevgav li Têhran û bajarên dine Îranê bi beşdariya bicoş a gel, xwendevan, xwendekar û berpirsan destpê bûye û  li halê birêveçûnê ye.

Îro 13 Abanê, 4 Mijdara 2017an  roja neteweyî ya rawestana li ber îstikbara cîhanî li Komara Îslamî ya Îarnê ye.

Li merasima  roja 13 Abanê, komên xwendevanên Îranê li daxûyaniyekê ragahndin: Sê bûyerên girîng li roja 13 Abanê (4 mijdarê) qewmîn ku van bûyeran Înqilaba Îslamî mayinde kirin bûyerên wek: sirgûnkirina Îmam Xumeynî(RE), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bo Tirkiyê, li 4 Mijdara 1964an, kuştina  xwendevanan ji aliyê Rejîam  Pehlewî, li 4 Mijdara 1978an , û dagirkirina hêlîna sîxoriyê ya Emerîkayê li Têhranê li 4 Mijdara 1979an , 13 Abanê mayînde kirine .ku ji ber van bûyeran 13 Abanê ticaran li dîroka Înqilaba Îslamî ya bÎranê nayê jibîrkirin.

Li vê daxûyaniyê hatiye amajekirin ku Îran parêzvanê aşitiya mayînde ya cîhanî û peywendiyên bi hevaltî tev hemî gelên aşitîxwaz û azad ên cîhanê ye û hatiye pêgîrîkirin: Îstikbara cîhanî ku dilê wê şeytanê mezin, Emerîka ye,  bextreşî û cinayetê ji gelên mezlûm ên cîhanê tîne.

Komên  xwendevaên Îranê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka û Rejîma Siyonîstî bi piştgiriya ji kirêgirtiyên xwe yên navçeyî li dû talankirina sermiyanên cîhana Îslamê ne.Li dewamê de van xwendevanan cardin soz  û peyman danîn ku wê bi dil û can li rêka ramanc û ramanên Îmam Xumeynî(S) û rêberê giranqerd ê Inqilaba Îslamî gavan rakin.

Li daxûyaniya komên  xwendevanên Îranê her wiha  hatiye destnîşankirin: Donald Trump serokkomarê Emerîkayê divê hîn bibe ku  Kendava Farsê dê hertim kendava Farisê bibe û navê wê ti caran nayê guhertin.

Li dawiya meş û rêpîvana  13 Abanê,  daxûyaniya dawiyê ya roja neteweyî ya rawestana li ber îstikbara cîhanî hat xwendin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu