İslami Davet Kurdi Bange İslami

Sekinîna Larîcanî ser hêz û zirûfên Îranê û Rûsiyayê bona çareserkirina kirîzan

پێداگری لاریجانی لە سەر هێز و توانستەکانی ئێران و روسیا بۆ چارەسەر کردنی قەیرانەکان
Serokê meclisa şêwraya islamî ya Îranê got: Hevkariyên Îranê û Rûsiyayê heta niha îspat kiriye ku ser qazanca cîhanê ye û gelek ji pirsgirêkên navçê di encama van hevkariyan çareser bûne û pêwîste ku ev zirûfa were bikaranîn.

Serokê meclisa şêwraya Îslamî ya Îranê ku ji bo beşdariya li civîna serokên parlemanên Ewrasyayê ku serokê meclisa 19 welatan têda pişkdarin seredana Moskovayê kiriye li gotinên xwe yên çarşemê bi şev destnîşan kir; Li hevdîtina tev serokê Sena û Domaya Rûsiyayê me li bara çawaniya berfirehkirina peywendiyên abûrî di navbera Têhran û Moskovayê axivt û li bara hevkariyên ewlehiyê bona sekinîna li hemberî terorîzmê jî me bi hevra gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, serokê meclisa şêweraya islamî ya Îranê, Elî Larîcanî berêvariya duşemiyê, 18`ê nîsana 2016`an, berî terikandina Têhranê li koma nûçegihanan tevî amajeya bi viya ku ev sefera lis er vexwendina serokê meclisa Dûmaya Rûsyayê, Sêrgêyî Narîşkîn pêk tê, her wiha got: Rûsya bi hevkariya parlimanên hinek ji welatan hewil dide ku rêxistineke teze damezirîne.

Elî Larîcanî got: Niha miajrin girîng lui navçeyê hene û ji aliyekî va em him geşepêdanan aborî dibînin û him jî qeyranên navçeyî.Serokê parlemana Îranê got: Ev rewş pêwîsty dike ku bi damezirandina rêxistinin bi vî rengî hevgirtin û hevdengî zêde bibe. Îran bi bawer e ku ev riyeke rast e û parliman aÎranê jî ji vê mijarê pêşwaziyê dike.Elî Larîcanî her wiha ragiahnd: Taxima îranî li kêleka vê civînê tev serokparliman û taximên beşdar dê hevdîtin bike.
سەرۆکی مەجلیسی شۆڕای ئیسلامی ئێران وتی: هاوکارییی ئێران و روسیا کارامەیی خۆی بۆ چارەسەرکردنی چەند قەیرانی ناوچەکە پێشان داوە و دەکرێ زیاتریش لەو هاوکارییە کەڵک وەرگیرێ.

بە گوێرەی ڕاپۆری ئیرنا عەلی لاریجانی پاش دوو ڕۆژ مانەوە لە روسیا و بەشداری لە جڤینی سەرۆک پاڕڵمانەکانی 19 وڵاتی ئۆراسیایی لە مسکۆ چوارشەممەی شەو لەگەڵ هاتنەوەی بۆ تاران وتی: لە چاوپێکەوتنمان دا لەگەڵ سەرۆکەکانی سنا و دومای روسیا سەبارەت بە پەرەی پەیوەندیی بازرگانی و وەبەرهێنان لە بواری جۆربەجۆر و بە تایبەتی هاوکاری لەو بواری سەربازی و بەرگری و بەرەنگاربوونەوەی تیرۆریزم بیر و ڕامن گۆڕیەوە.

لاریجانی بەشدار بوون لە جڤینی لوتکەی پاڕڵمانەکانی 19 وڵاتی ئۆراسیایی بە دەرفەتێک زانی کە دیپڵۆماسی پاڕڵمانی و پەرەی پەیوەندییەکانی ئێران و چەند وڵاتی بەشدار لە پەراوێزی جڤینەکە دا تاوتوێ کرێ.

جڤنی لوتکەی پاڕڵمانەکانی 19 وڵاتی ئۆراسیایی ڕۆژی سێ شەممە بە پەیامەکانی ویلادیمیر پۆتین سەرۆک کۆماری روسیا و بان کی مون سکرتێری گشتی نەتەوە یەکگرتوەکان کرایەوە
(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version