BehreynNûçeRojhilatanavin

Sekinîna li ser dewama şerrê xelkê Behrêynê li hember Rejîma Alê Xelîfê

Nûnerê Şêx Îsa Qasim, ruhaniyê payebilind ê behrêynî li Îranê destnîşan kir, şerrê mafxweziyê yê xelkê behrêynê dijî rejîma serkutker a Alê Xelîfê, wê berdewam be.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Şêx Ebdullah Deqaq, nûnerê Şêx Îsa Qasim, serokê şîeyên Behrêynê li Îranê berî xutbeyên nimêja vê heftiyê ya Têhranê li axiftinekê bal kişand ser pêşdabûna civîna sêyem a mehkemeya Şêx Îsa Qasim û destnîşan kir ku şîeyên Behrêynê, dadgeha vê mehkemeyê qebûl nakin û wê şerrê dijî desthilatdarên zalim ên vî welatî bidomînin.

Deqaq destnîşan kir, Şêx Qasim, zana û feqiyekî mezin û yê cîhana Îslamê û hemî gelên azadîxwez ên cîhanê ye ku li ser soza xwe ya bi gelê Behrêynê, maye.

Nûnerê Şêx Îsa Qasim, destnîşan kir, şîeyên Behrêynê ji dema îbtalbûna mafê welatîbûnê ya Şêx Qasim heya niha ku sê mehan ji wê derbas dibe, li derdora mala wî kom bûne û îsbat kirine ku wê serokê xwe tenê nehêlin.

Deqaq herwiha got: Divê Alê Xelîfe bi Şêx Qasim re gotûbêjê bike û deriyên gotûbêjê li ser kesayetiyên siyasî yên Behrêynê veke, ji xeynî viya, hikûmeya Behrêynê wê tûşî pirsgirêkên zêdetir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu