ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna rêberê giranqedr ê Înqilabê ser bikaranîna tevdîr û berxwedana li hemberî zext û zoran

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, berêvariya îro şemiyê li hevdîtina serokomarê Venezuelayê Nîkolas Madoro, bal kişand ser têkçûna plan û siyasetên Amerîkayê li navçeya rojavayê Asyayê û bikaranîna mesela kêmbûna bihaya niftê wek amûrekê da zanîn ji bo zêdekirina zext û zorê ser welatên serbixwe û destnîşan kir: Rawestan û berxwedana aqilmendane û bi tivdîr li hember zext û zoran, wê teqez serketinê bi dû xwe re bîne.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, di vê hevdîtinê de ku berêvariya şemiyê li çarçoveya sefera serokomarê Venezuelayê bo Têhranê, pêk hat, bal kişand ser bi karanîna niftê bona sepandina pirsgirêkên niha yên ser welatên serbixwe û destnîşan kir, berê dema ku hin welatên îslamî nifta xwe girêdan û bi vî awayî li hember Rejîma Siyonîst sekinîn, welatên rojavayî, bi mihaneya bikaranîna siyasî ya niftê, şantaj û haykûf bi rê xistin, lê mixabin roja îro her ew welatane, bi awayekî tam bi siyasetên Amerîkayê re hevaheng in û ew jî niftê wekî amûr û sîlahekê li dij welatên din çekan bi kar tînin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha got, lê mirov dikare bi siyasetên beraqil û zêdekirina hevkariyan, van pîlan û dijminatiyan têk bibe. Erebistan li Mijdara 2014`an, OPEC`ê neçar kir ku para xwe ya li bazarê, pirr zêde bike.

Di van du salên buhurî de, hin endam û bi taybet Erebistan, heya ku ji destê wan dihat asta berhemanîna xwe zêde kirin û nifta erzan dane bazarê û bi vî awayî bazarê girtine destên xwe. Berhemanîna zêde ji parên kivşbûyî li OPEC`ê, bû sedema kêmbûna zav a bihaya cîhanî ya niftê.

Lê niha bi derbasbûna nêzî 2 salan, Erebistan ku di vê pîlanê de jî şikestê tam xwariye di civîna El Cezayêrê de qebûl kir ku asta berhemanîna nifta xwe ji 10 mîlyon û 700 hezar bermîlî di rojê de, daxe rojê 10 mîlyon û 200 hezar bermîlî.

Tişta ku niha dikare alîkariya rewşa heyî bike, qebûlkirina vê rastiyê ye ku OPEC hewcedara yekgirtîbûnê ye . Bi vî halî nasîna Amerîkayê û girtina biryarên dirust ên aboriyê ligel aqilmendî û tevdîra li çarçoveya aboreka berxwedêr, xaleka girîng e.

Belki ji hêlekî ve mirov bikare bêje ku biryara vê dawiyê ya OPEC`ê li civîna El Cezayêrê bona pêkanîna yekbûn û yekgirtîbûna li OPEC`ê, biryareka dirûst bûye, lê mesela girîngtir, berçavgirtin û baldariya li hember xalên girîng e ku li gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî yên li hevdîtina bi serokomarê Venezuelayê, ew anîn ziman.

Rêberê Înqilabê bal kişand ser bê encamiya siyasetên Amerîkayê li navçeya rojavayê Asyayê tevî xerckirina pereyên zav ji berîka xwe û hin welatên navçê û destnîşan kir, hinek difikirn ku Amerîka şikestê naxwe li halekê ku ev fikra, şaşitiyeka mezin e û şaşitiyên bi dûhev ên amerîkiyan li 15 salên buhurî, niha bi giranî ew tûşî aloziyê kirine.

Amerîka di çarçoveya cihanîna siyasetên xwe yên xwetêkilker, bi karanîna aborê wek darê destan ji bo hedefên xwe li kêleka zêdekirina mudaxileyên rasterast û gefxwarina bi îstifadeya ji zora leşkerî, ji  xwe re kiriye karê sereke. Bi karanîna amûra pêkanîna alozî û bê istiqrariyê li aboriya welatên ku pişta xwe dane bazara niftê jî, her di vê çarçoveyê da tê nirxandin.

Rewşa niha û pirsgirêkên aboriyê ku Venezuela bi taybet li yek salê buhurî de, tûşî wan bûye, derveyî vê meselê nîne.

Serokkomarê Venezuelayê jî bal kişand ser kêmbûna zav a bihaya niftê di du salên buhurî de û herwiha got, empêryalîsma Amerîkayê, dijî Venezuelayê pirr dijminatî bi kar anî û gellek xwe tevlî karûbarên vî welatî kir, lê gelê Venezuelayê li hember vê şerrê aboriyê li ber xwe da û niha hêdî hêdî ji qeyrana aboriyê derdikeve.

Wisan ku rêberê giranqedr ê Înqilabê destnîşan kir, bandordanîna Venezuelayê li ser tevgerên dijî kedxweriyê li navçeya Amerîkaya Latîn, mijareke girîng e  û vê yekê nîşan dide ku ev welata xwediyê zirûfên zav e.

Niha ku serokatiya dewrî ya Tevgera Qeydnenasan, ji Îranê ji bo Venezuelayê hatiye veguhestin, diyar e ku welatên rojavayî hez nakin ku çalakiyên Tevgera Qeydnenasan zêde bibin, lê divê welatên serbixwe li ber wan bisekinin û bi vî awayî, teqez wê dahatî ji dema buhurî baştir bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu