ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna Ruhanî li ser berfirehkirina peywendiyên di navbera Îran, Swêd û Mûldawiyê de

Serokê Komara Îslamiya Îranê, destnîşan kir, peywendiyên di navbera Îran, Swêd û Mûldawiyê de, divê li çarçoveya berjewendiyên du welatan, berfireh bibin.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomariyê, Hesen Ruhanî, Serokê Komara Îslamiya Îranê, roja duşemiyê piştî wergirtina pêbawerînama xanima Hêlêna Payûkî Sangland, balyoza nû ya Swêdê li Têhranê, li ser geşkirina peywendiyên di navbera Têhran- Stokholmê di warên aborî, zanistî û çandî sekinî û got: Di van salên dawiyê de, hin karên baş û guncav li pêvajoya geşkirina asta peywendiyên aboriyê yên du welatan cih hatine.

Hesen Ruhanî, bal kişand ser peywendiyên erênî, kêrhatî û kevnar ên di navbera Îran û Swêdê de û herwiha got, îro rojê di rewşa piştî Lihevkirina Navokî û piştî boykotan de, şertûmerc û rewşeka pirr guncav jibo geşkirin û berfirehkirina peywendiyên dualî, navçeyî û navneteweyî yên di navbera Têhran û Stokholmê pêk hatiye ku divê ew li ser qazanca berjewendiyên ger du netewan bi kar were.

Hêlêna Payûkî Sangland, balyoza nû ya Swêdê li Têhranê jî piştî radestkirina pêbawernama xwe bo Ruhanî, got: Dewleta Swêdê hez dike ku peywendiyên xwe yên bi Îranê re kûrtir û berfirehtir bike. Balyoza nû ya Swêdê li Têhranê, herwiha got: Kompanî û bankên swêdî hez dikin ku bi Îranê re hevkariyê bikin û asta peywendiyên xwe bi Îranê re jorda bibin.

Di eynî demê de Hesen Ruhanî, roja duşemiyê li hevdîtina bi Korgê Lêoka, balyozê nû yê Mûldawiyê li Têhranê, bal kişand ser pêwîstiya nasandina zirûf û potansiyelên du welatan bo sermayedaneran û beşa sivîl jibo bi karanîna derfetên sermayedanîn û hevkariyê û destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, tu berbendekê jibo geş û berfirehkirina peywendî û hevkariyên bi welatê dost, Mûldawiyê re nabîne.

korgê Lêoka, balyozê nû yê Mûldawiyê jî di vê hevdîtinê de ji bilî radestkirina pêbawernameya xwe bo serokê komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser soza xwe ya li ser hewldana di çarçoveya kûrkirina peywendiyên giştalî yên di navbera Îran û Mûldawiyê de û xwest ku hevkarî û peywendiyên bazirganî û aboriyê yên di navbera her du welatan berfireh bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu