ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekinîna ser amadekirina sinaryoyeke hûr û kûr ji bo rawestana li ber gefên dijminên Îranê

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser dîzaynkirin û amadekirina sinaryoyeke hûr û kûr û tam û tekûz ji bo rawstana li ber gefên navçeyî û dervey navçeyî teqez kir.

Li gorî rapora Mêhr News`ê, emîr deryadar Huseyn Xanzadî, fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara  Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê li nehem mehrîcana  Malik Eşterê ya vê hêzê got: Hêza deryayî ya artêşê ji ber  xebata û têkoşana  ser behrê, bin behrê û esman û peravê pir aloz û lihevaliyayî ye û hebûna  hêzeke  bi  amûrên xurt pêdivî ye.

Deryadar Xanzadî bal kişand ser vê yekê ku  cîhana îro li halê pêşketina  li hemî warên  teknolojî û IT`yê ye û got: Rêbaz û staylên berê kêrhatî nînin û îro rojê “plana  serdetî û pisporiyê “ dikare weke sinaryoyeke  tam û tekûz li hember her cure gefeke navçeyî û dervey navçeyî kêrhatî be.

Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê “plana  serdetî û pisporiyê “ eniyê hêza deryayî da zanîn û destnîşan kir: Li hemî “plana  serdetî û pisporiyê “ li hemî navçên hêza deryayî ji nava  hêzên destpêşxer û karzan ji bo  proje û bernameyên  fermandehiyê û jordebirina hêza û amadetiya leşkirî cih tê.

Başa dön tuşu