Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ser dîzaynkirin û amadekirina sinaryoyeke hûr û kûr û tam û tekûz ji bo rawstana li ber gefên navçeyî û dervey navçeyî teqez kir.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, emîr deryadar Huseyn Xanzadî, fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê li nehem mehrîcana Malik Eşterê ya vê hêzê got: Hêza deryayî ya artêşê ji ber xebata û têkoşana ser behrê, bin behrê û esman û peravê pir aloz û lihevaliyayî ye û hebûna hêzeke bi amûrên xurt pêdivî ye.
Deryadar Xanzadî bal kişand ser vê yekê ku cîhana îro li halê pêşketina li hemî warên teknolojî û IT`yê ye û got: Rêbaz û staylên berê kêrhatî nînin û îro rojê “plana serdetî û pisporiyê “ dikare weke sinaryoyeke tam û tekûz li hember her cure gefeke navçeyî û dervey navçeyî kêrhatî be.
Fermandê hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê “plana serdetî û pisporiyê “ eniyê hêza deryayî da zanîn û destnîşan kir: Li hemî “plana serdetî û pisporiyê “ li hemî navçên hêza deryayî ji nava hêzên destpêşxer û karzan ji bo proje û bernameyên fermandehiyê û jordebirina hêza û amadetiya leşkirî cih tê.