IraqNûçeRojhilatanavin

Sekinîna serokwezîrê Iraqê ser rola gelê Iraqê li işkesta DAIŞ`ê

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir: Serketinên vê dawiyê li hember DAIŞ`ê bi fîdakarî û xwîna gelê Iraqê pêk hatine.

 Li gorî rapora  El-Alamê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li gotûbêja bi nûçegihanan li bajarê Hedîsê li parêzgeha  Enbarê, li rojava  Iraqê pesna berxwedana xelkê Hedîsê li hember terorîzmê û hêza wan jibo bêencamkirina dagirkirina bajarê wan ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê da.

Serokwezîrê Iraqê got: Dewlet dê nehêle dengên  ku bêtifaqiya  firqeyî û etnîkî çê dikin bibin sedema btifaqiya xelkê vî welatî ku bi hevgirtina xwe karîn terorîstan işkst bidin.

Di eynî demê de Heyder Ebadî fermandê gişt hêzên çekdar ên Iraqê seredana bendava Hedîsê kir û ji nêzîk ve pêvajoya kar şopand. Serokwezîrê Iraqê her wiha  seredana  bajarê Hedîseyê jî kir û li kolan û çarsiyên  vî bajarî bi  welatiyên  wir hevdîtin pêk anî û guhdariya gotinên wan kir.

Serokwezîrê Iraqê nav koma  xelkê Hedîseyê jî got: Iraq bi yekperçetî û yekitiya xwe û bi hewldana  xelkê vî bajarî li hember terorîzmê bi ser ketiye.

Hêzên iraqî niha mijûlî azadkirina  navçên  mayî di bin kontrola DAIŞê li parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê ne û hêzên hevpar ên iraqî karîn ku bajarê Qaimê li vê parzêgehê ji lepê DAIŞê rizgar bikin.

Başa dön tuşu