CîhanNûçeRojhilatanavin

Nûnera Ereb a Keneseta Israîlê îstîfa kir

Henîn Zeibî, Nûnera ereb a Keneseta (Parleman) Rêjîma Siyonîst ragihand: Ez bi wêdaçûna ji Kinêsêtê dê li hilbijartina parlimanî ya berwext a pêşerojê jî nebim berendam.

Henîn Zeibî di heyama hebûna xwe li Keneseta Rêjîma Siyonîst ji piştgirên herî girîng ên mafên filistîniyan, bi taybet erebên rûniştiyê erdên dagirbûyî yên sala 1948an bû ku bi caran li hemberî qanûn û biryarên nijadperestiyê yên parlementerên israîlî sekinî û jibo riswakirina  rûyê rastîn ên Siyonîstan xebitî.

Li gorî rapora kanala 14ê ya televîziyona Rêjîma Siyonîst, Henîn Zeibîyê roja Şemiyê li nav koma endamên Komîteya Navendî ya Civata Neteweyî ya Demokratîk tevî amajeya bi bidawîhatina qonaxeka girîng di jiyana xwe ya syasî da ku tê da di riya nirxên vê tevgerê dimeşiya, li ser dewaam hewildana xwe di vê riyê da pêgirî kir.

Yûîl Heson ji endmên siyonîst ên Kinêsêta Israîlê tevî pêşwaziya ji îstîfaya Henîn Zeibiyê îdia kir ku wê bi bikaranîna parêzbendiya xwe ya parlemanî hemî hêz û şiyana xwe jibo derbelêdana li Israîlê bi kar anî.

Başa dön tuşu