Sekretera giştî yê komîta Îslamî-xiristiyanî ya alîkariya bo Qudsê û nirxên pîroz li bara derxistina komek filistîniyan ji erdên dagirbûyî yên 1948`an nasiyar bi Îsraîlê hişyarî da

Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera Quds Netê, Hena Îsa sekretera giştî yê komîta Îslamî-xiristiyanî ya alîkariya bo Qudsê û nirxên pîroz ragihand: Davîd Bîtan nunerê parlemana Îsraîlê û Îsraîl Kats wezîrê ragihandinê yê Rejîma Siyonîstî bi raberkirina planekê, dixwezin komek filistîniyan ji erdên dagirbûyî derxînin.
Rejîma Siyonîstî îdia dike filistîniyên erdên 48an xwediyên sereke û xwecî yên van erdana nînin û divê werin dûr xistinê.
Îsa her wiha diyar kir: Plana derxistina komî ya filistîniyan li dijî qanûna anvneteweyî û konwansiyona çaran a Jinêvê ye.
Rejîma Siyonîstî li dehekên vê dawiyê jibo gihêştina bi armancên nijadperestane yên xwe dixweze zêde ji milyonek filistîniyên rûniştiyê navçên dagirbûyî yên 1948an û nasandina Îsraîlê wek dewleteke cihû ye.
Rejîma Siyonîstî bi siysetên li dijî însanî dest bi paqijkirina nijadî ya berfireh li navçên dagirbûyî yên sala 1948an kiriye ku encama wê kêmkirina zêde ya gelheya filistîniyan li vê beşa welatê bav û kalên wan bi qasî sedî 10 nifûsa niha li van navçana ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)