FilistînNûçeRojhilatanavin

Sekretera giştî yê komîta Îslamî-xiristiyanî ya alîkariya bo Qudsê û nirxên pîroz li bara derxistina komek filistîniyan ji erdên dagirbûyî yên 1948`an nasiyar bi Îsraîlê hişyarî da

Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera Quds Netê, Hena Îsa sekretera giştî yê komîta Îslamî-xiristiyanî ya alîkariya  bo Qudsê û nirxên pîroz ragihand: Davîd Bîtan nunerê parlemana  Îsraîlê û Îsraîl Kats wezîrê ragihandinê yê Rejîma Siyonîstî bi raberkirina planekê, dixwezin komek filistîniyan ji erdên dagirbûyî derxînin.

Rejîma Siyonîstî îdia dike filistîniyên  erdên 48an  xwediyên sereke  û xwecî  yên van erdana nînin û divê werin dûr xistinê.

Îsa her wiha diyar kir: Plana  derxistina  komî ya filistîniyan li dijî qanûna  anvneteweyî û konwansiyona çaran a Jinêvê ye.

Rejîma Siyonîstî li dehekên vê dawiyê jibo gihêştina bi armancên nijadperestane yên xwe dixweze zêde ji milyonek filistîniyên rûniştiyê navçên dagirbûyî yên 1948an û nasandina Îsraîlê wek dewleteke cihû ye.

Rejîma Siyonîstî bi siysetên  li dijî însanî dest bi paqijkirina nijadî ya berfireh li navçên  dagirbûyî yên sala 1948an kiriye ku encama wê kêmkirina  zêde ya gelheya filistîniyan li vê beşa welatê bav û kalên wan  bi qasî   sedî 10 nifûsa niha li van navçana  ye .  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu