CîhanIraqNûçeRojhilatanavin

Sêkrêtêrê desteya wezîran a Iraqê ragihand ku serokwezîrê vî welatî yê îro here Waşîngtonê paytexta Amerîkayê.

Mehdî Elaq sêkrêtêrê kabîneya Iraqê ragihand: Heyder Ebadî serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê li gorî vexwendina Donald Trump serokomarê Amerîkayê yê îro ligel desteyeke fermî û bi merema pişkdarîya li konfiransa welatên endamê hevalbendîya têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Waşîngtonê, here vî şarî.

Sêkrêtêrê kabîneya Iraqê herwiha got: Serokwezîr yê li vê konfiransê, welatên dinyayê ji destkevtên berfire yên leşkerî û hewldana dewleta Iraqê jibo cebirandina xisarên li koçberan ketine, parastina canê welatîyan û dabînkirina hewcedarîyên wan ên sereke haydar bike.

Mehdî Elaq herwiha got: Li vê konfiransê herwiha yê girîngîya piştgirîya navnetewî li warê pêkanîna istiqrarê û avedankirina Iraqê were tekezkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu