ÎranNûçeRojhilatanavin

Sêkrêtêrê Gişt NY rola Îranê li Rojhilata Navînê “girîng“ û “avaker“bi nav kir

Sêkrêtêrê Gişk NY António Guterres şeva buhurî di civîneka çapemenîyê da di bersiva pirsa nûçegîhanekî têkildarî bernama mûşekî ya Îranê pêgirî kir ku Komara Islamî ya Îranê welatekî gellekî girîng e.

Wî herwiha got: Di rewşa niha da ku rojavaya Asyayê pêrgî qeyranên curbicur ji wan ên Sûrîye û Yemenê bûye, Îran roleke avaker dilîze.

Komara Islamî ya Îranê wek yek ji welatên bibandor ên herêmê hertim bi dû çareserkirina qeyranên Rojhilata Navînê ji wan ên Sûrîye û Yemenê bi rêya gotûbêj û sîyasetê kirîye.

Başa dön tuşu