ÎranNûçeRojhilatanavin

Sekreterê Konseyên Ewlehiya Neteweyî yên Îran û Rûsyayê li ser alûgorên herî dawîn ên siyasî, ewlehî û leşkerî yên Sûriyê piştî cihatina agirbesa li vî welatî, gotûbêj kirin

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê û Nîkolay Patroşev, sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê, duşemiyê bi şev li gotûbêja bi riya telefonê, li ser dewama şêwirînên jibo pêşdabirina pêvajoyên siyasî yên li qeyrana Sûriyê sekinîn.

Hilkolandina rêbazên xurtkirin û dewama şerrê hevpar a dijî terorîsma tekfîrî bi taybet bi komên terorîst ên Bereya El Nusre (Feth El Şam) û DAIŞ`ê li Sûriyê heya ji navçûna wan a tam, ji mêhwerên din bûn ku Şemxanî û Patroşev li ser wan gotûbêj kirin.

Mihemed Cewad zerîf û Sêrgêy Lavrev, wezîrên karên derve yên Îran û Rûsyayê jî duh bi şev li ser rewşa herî dawîn a Sûriyê û agirbesa li vî welatî ku anegorî dewrên din mayindetir e, bi riya têlêfonê axivîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu