CîhanErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama cinyetên Erebistanê li Yemenê li saya şepirzetiyên NY

Îstefan Obrayn, alîkarê sekreterê giştî yê NY roja pênşemiyê li axiftinekê li konseya ewlehiyê ya NY tekez kir balefirên cengê yên Erebistana siûdî kuştina yemeniyan tim didomînin.

  Îstefan Obrayn, alîkarê sekreterê giştî yê NY roja pênşemiyê li axiftinekê li konseya ewlehiyê destnîşan kir ku dewama  dorpêçkirina  Yemenê ji aliyê Erebistanê bûye sedem li Yemenê karesata însanî pêk were.

Îsmaîl Weled şêx Ehmed, nunerê taybet ê NY li karûbarên Yemenê jî bal kişand ser vê yekê ku  pirsgirêka  Yemenê rêçara eskerî tine û tekez kir ku dewama  operasyona eskerî û êrişa ser xelkê sivîl ên vî welatî bandoreke pir xirab kiriye.

Erebistan ji Adara sala 2015`an dest bi destdirêjiya eskerî ser Yemenê û dorpêçkirina  ji riya bejahî, deryayî û hewayî  li  vî welatî  kir jibo ku  Ebd Rebê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser qawetê.

Li encama ev destdirêjiya  eskerî , heya niha  zêdetir ji 11 hezar yemenî hatine kuştin û bi dehan hezar kesên din birîndar bûne û bi milyona yemenî aware bûne û jêrxanên  vî welatî kavil  bûne.

Rejîma  Alê Siûd tevî hebûna bertekên  cîhanî li hember zêdebûna  cinayetên  wan li Yemenê, li êrişa xwe ya roja pênşemiyê ser xelkê sivîl ê Yemenê cardinê bombeyên fosforî û ûşûyî bi kar anî.

Rejîma Alê Siûd ku nekarî  li Yemenê bighêje  armancên xwe, ji wan cihhatina  timakariyên  erdê û sepandina  plana  siyasî, bi zêdekirina cinaytên xwe dixweze ku tirs û xofê çê bike ku rewşê jibo teslîmkirina gelê Yemenê xweş bike.

Rejîma  Alê Siûd bi qaşo  nimandina hêza xwe dixweze işkestên xwe li Yemenê û lawaziyên xwe yên eskerî tevî piştgiriyên  giştalî yên welatên rojavayê û kirrîna çek û sîlehan, binuximîne. Lê ev kiryarên  Rejîma Alê Siûd li Yemenê zêdetir ji berê mahiyeta ev rejîma mudaxilkir ku tu hed û sînorekê jibo cinayetên xwe qayîl nîne, nimandiye  û ev meseleya  bûye sedemCivaka  navneteweyî bi awayekî berfireh kiryarên vê rejîmê şermezar bikin .

Li vê navberê tiştê ku bûye sedem Rejîma Alê Siûd cinayetên xwe bidomîne siyasyetên newekhev ên NY li hember ev rejîma  destdirêjkar e.

Li halekê ku rayedar û saziyên curbicur ên NY li raporên xwe ser zêdebûna cinayteên  Rejîam alê Siûd tekez dikin.Par ev rejîma  binpêkirê mafên mirovan, cardinê bû endamê Konseya  mafên mirovan a NY. Kiryara mideheke berî niha ya Ny jî derheq danîna navê Erebistnê nav lîsteya binpêkirinên  mafên mirovan ji ber kuştina berfireh a zarokan li Yemenê û piştre derxistian navê Erebistanê ji vê lîsteyê piştî gefên  Alê Siûd û zextên Emerîkayê nîşan a helwêstên  sist û bêsibat û di eynî demê lawaz a ên NY li hember cinayetên Alê Siûd e.

Rejîma Alê Siûd li saya  van şepirzetî û nebûan viyan cidî ya  NY li hember vê rejîmê bi dileke rehet cinayetên xwe li Yemenê didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu