ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sêkretirê giştî yê berxwedana îslamî ya Nucebayê tev nûnerê rêberê qedirgiran ê cihanê li Iraqê hevdîtin pêk anî

Li gor rapora ajansa nûçan a Al-Alamê, Şêx Ekrem El-Keibî sêkretirê giştî yê berxwedana îslamî ya Nucebayê li hevdîtina tev Seyîd Mucteba Husêynî nûnerê rêberê qedirgiran ê inqilaba îslamî ya Îranê li Iraqê hevdîtin pêk anî û du aliyan li bara meselên cîhana îslamê, pêwîstiya jinavbirina terorîzmê û rewşa niha ya Iraqê gotûbêj kirin.

Ji aliyê dinve li gorî rapora ajansa nûçan a Wai News`ê, bingehekî iraqî ku xwest navê wî eşkera nebe ji parêzgeha Nêynewayê ragihand; Kesên çekdare nenas êrişî ser pêgehekî terorîstên DAIŞ`ê li navça El-Zebat li rojava li rojavaya Mûsilê jinav birin ku li vê êrişê jî 7 terorîstên DAIŞ`ê jinav çûn.

Herwisa li vê operasiyonê serkirdeyekî terorîstên DAIŞ`ê jî hatiye kuştin.

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ferman daye endamên xwe ku li nav bajarê Mûsilê musteqer bin û neçin derûdora vî bajarî.

Li vî halî da Cif Dêyvîs berdevkê Pentagunê ragihand; Gor lêkolînên hatî kirin terorîstên DAIŞ`ê ji cebrxanên zanîngeha Mûsilê bona çêkirina çekên kîmyayî pê behre girtina ji Xerdelê istifade kiriye.

Hêzên ewlehiya Iraqê niha pişta rojhilata Mûsilê xistiye destê xwe û zanîngeha Mûsilê jî meha bihurî ji destê terorîstên DAIŞ`ê hatiye derxistin.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 17 Cotmeha sala 2016 bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu