ÎranNûçeRojhilatanavin

Seleşker Mûsewî: Ji bo parastina nirxên pîroz em di nav sînorekê namînin

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Şervan û parêzvanên Heremên Paqij û şehîdên vê riya bi şanazî ji cihaniyan re nîşan dan ku Îran di warê parastina pîrozgeh û nirxên xwe yên pîroz bi cidî li ber wêrankrên van nirxan û jirêderketiyên perwerdebûyî li mekteba şeytîn disekinin.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê emîr seleşker seyd Ebdulrehîm Mûsewî duh berêvarê li Komcivîna bîranîn û hurmeta ji bo parêzvanên heremê û şervanên wezîfedarbûyî ji bo  şêwirkariyê  li navenda Perwerdeya Topxane û Mûşekan a Îsfehanê got: Li çarçova berdewamiya riya bi ronahî ya dewrana taybet ji bo parastina Hereman, Îranê biryara cidî heye bi berxwedan, rawestan û viyana cidî li ber îstikbarê bisekine daku wê têk bide.

Fermandarê giştî yê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Dewrana Parastina Pîroz, viyana cidî ya vî netewê mezin bona parastina welat û Înqilabê nîşan da û vê dawiyê jî dewrana taybet ya berevaniya ji heremên paqij, îrade û karîna zarên vî netewî li parastina armancan û  rawestana ji bo serêxwegirtina van armancan ji cîhaniyan re eşkera kir.

Başa dön tuşu