CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Abbas Elî Kedxudayî: John Bolton piştgiriya terorê dike

Serokê Konseya Parastinê ya Îranê, ji bo şêwirmendê nû yê asayîşa netewî ya Amerîkayê John Bolton got ku ew piştgiriya terorê dike.

Serokê Konseya Îranê Abbas Elî Kedxudayî, şêwirmendê Trump yê nû John Bolton, bi sedema ku beyanên wî yên di derbarê Mucahidên Xelk de, wî bi piştgiriya terorê navand.

Peyama Kedxudayî di televîzyona Telegramê de hat weşandin û di peyamê de weha dibêje: “John Bultonê ku munafiqên Amerîkayî piştgiriya wî dikin, di rejîma totaliter ya Trump de hat heya asta herî bilind. Siyasetmedarekî redîkal yê Amerîkayî bi rêxistineka terorîstî (Mucahidên Xelk) re ku her dem hevdîtinan dike, çima wî anîne meqameka weha xesas. Pirsa esasî ev e.”

Rûsya ragihand ku ev mijara rêvebiriya Amerîka ye lê bi kînaye anîn ser ziman. Kore ya Başûr bo nûçeyê got ku ew ‘kiryareka bi endîşe ye’. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu