İslami Davet Kurdi Bange İslami

Selîm Cebûrî: Gere ku ew kesên sextekar li vê hilbijartinê werin sizakirin

Serokê parlemana Iraqê daxwaza birêketina ducarî ya hilbijartina parlemanî ya Iraqê kir û ragihand ku pêwîste kesên ku li van hilbijartinên parlemanî sextekarî kirine werin mehkemekirin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê duh yekşemê bal kişande ser agirketina nav bingehekî serekeye ragirtina sandiqên dengdana hilbijartina parlemanî ya vî welatî û got: Gere ku ew kesên sextekar li vê hilbijartinê werin sizakirin.

Wezareta karên hundur a Iraqêduh yekşemê ragihand:  Navenda herî mezin a parastina sandiqên dengan berî jinûvehejmartina dengan a bi destan tûşî agirpêketinê bû û tam di nava êgir de şewitî.

Li gorî vê raporê, pirranîya sandiqên dengan li vê navendê di nava êgir de şewitîne û personelên agirvemirandinê jî ji bo yên li gorî ihtimalê mane, hewil didin.

Parlimana Iraqê roja çarşem 6`ê Hezîranê li civîneke awarte xwest ku hemî dengên hilbijartinên vê dawîyê yên parlimana vî welatî ji nû va bi destan bên hejmartin.

Parlimana Iraqê li wê civînê, karê Komîsaryaya Bilind û Serbixwe ya Hilbijartinan da sekinandinê û ragihand: 9 dadwerên erkdarê çavdêrîya ser demajoya hilbijartinan hatin bijartin.

Exit mobile version