CîhanEwropaNûçe

Gelê Îngiltereyê çû li ser sindoqan

Li Îngiltereyê ji bo hilbijartina berwext dengdayînê dest pê kir.

Gel ji bo ku Kamaraya Gel û hikûmeta nû diyar bike çû li ser sandoqan.

Di hilbijartinê de 68 partiyên siyasî hene û ji bo 650 parlamenteriyê 191 xweser bi tevahî 3 hezar û 304 namzed ketine pêşbirkê.

Li welêt 47 milyon hilbijêr hene û hilbijartinê di saet 22.00an de biqede.

Tê texmînkirin ku encamên hilbijartinê wê piştî nîvê şevê eşkere bibin.

Partiya Karkeran, Partiya Neteweyî ya Îskoçan (SNP), Partiya Demokrat a Lîberal û Partiya Xweser a Qraltiya Yekgirtî (UKIP) li hember partiya desthilat reqîbên xurt in.

Parlamentoya îngilizan ji Kamaraya Gel û Kamaraya Lordan pêk tê. Endamên Kamaraya Gel 5 salan carekê têne hilbijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu