Cibûrî li civîneke rojnamevaniyê êrişa terorîstên DAIŞê ser welatiyên iraqî li bajarê Mûsilê û xebitandina çekên qedexe yên navneteweyî li dijî wan li şerê hêzên artêşa Iraqê jibo azadkirina Mûsilê bi tundî şermezar kir.
Wî ji dewleta Iraqê û civaka navneteweyî daxwaza destpêkirina lêkolînên destxwe û dadmendane li bara êrişa terorîstên DAIŞê ser xelkê sivîl û xebitandina wn a wek mertala însanî kir. Serokê parlemana Iraqê li bara her cure sersariya saziyên navneteweyî li bara dubarebûna vê bûyerê û her wiha dubarebûna hin êrişan li dijî welatiyên iraqî hişyarî da û got : sistiya li vê barê dibe baîs grûên terorîstî werin hanê danê ku êrişî ser navçeyên din bikin û karesata însanî pêk bînin. Komîta navneteweyî ya xaça sor roja înê ragihand ku du jin û 5 zarok ji ber birîndarbûna li encama çekên kîmyayî hatin rakirin bo nexweşxaneyekê li nêzîkî bajarê Mûsilê.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê li yek û sal û nîva derbasbûyî bi caran çekên kîmyyaî li navçeyên curbicure Iraqê bi kar aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)