ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemixanî: Gelê Îranê tu wexta li hemberî zilim û bêdadîyê teslîm nabe

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Gelê Îranê hîç demekê li hemberî zilim, bêdadî û heqaretê teslîm nabe û dê rezîlbûnê ser dijminan û xêrnexwazên xwe da bisepîne.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Elî Şemixanî îro “bisînorkirina alav û potansîyelên zilhêzsaz û pêkînerê iqtidarê yên gelê Îranê“ wekî armanca Amerîkayê têkildarî sepandina boykotên neqanûnî li dijî Îranê wesif kir û got: Gelê Îranê dikare wekî warên ewlehî û bervanîyê, aborîya xwe jî xurt bike.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha got: Dewrana “lêxe û bireve“ li cîhanê bi dawî hatîye û her pêngava dijminan a li dijî Îranê dê pêrgî bersiveke teqil û serkutker bibe.

Şemixanî bernama mûşekî ya Îranê sedema iqtidara Îranê zanî û got: Hegera pişkdarîya serokomarên Rûsîye û Tirkîyê li civîna sêalî derbarê Sûrîyê li Têhranê de, iqtidara herêmî ya Îranê ye.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got: Bersiva bi mûşekan a vê dawîyê li hemberî kiryarên têkderê ewelhîyê yên komeke têrorîst li Herêma Kurdistana Iraqê, sîyasetek e ku wê di bersiva her gefa li dijî Îranê de bê sepandinê.

Sipaha Pasdarên Inqikaba Islamî roja şemîyê bi dû şerûtîyên van mehên dawîyê yên komeke têrorîst li Herêma Kurdistana Iraqê li dijî deverên sînorî yên Îranê, bi 7 mûşekan êrişî kemp û civîna serokên komeke têrorîst û navenda perwerdekirina wan kir.

Başa dön tuşu