CîhanEwropaFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Şemixanî: Heke pêngavên Îranê nebûna, DAIŞ yê bigihêşta sînorên Ewropayê

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê pêgirî kir: Heke sîyaset û pêngavên Têhranê “bi dayîna sedan şehîdî wek berdêlê“ nebûna, roja îro DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê hikimdarî dikir û giheştibp sînorên Ewropayê.

Elî Şemixanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî a Îranê îro danê êvarê li hevdîtina digel Borîs Canson wezîrê karên derve yê Ingilîsê ku li bajarê Têhranê pêk hat, bi rexnekirina helwestên pûç în hin welatan li dijî sîyasetên navçeyî yên Îranê got: Komara Islamî ya Îranê di warê sekinîna li hemberî têrorîsmê de cidî ye.

Şemixanî bal kişand ser biryara Donald Trump serokomarê Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rêjîma Sîyonîst û got: Filistîn welatekî yekperçe bi paytexteke yekgirtî bûye û biryara nû ya Amerîkayê yê bibe sedema hevgirtina zêdetir a misilmanan ji bo sekinîna li hemberî rêjîmaarokkuj a Sîyonîst û dabînkirina mafên gelê mezlûm ê Filistînê.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha bi rexnekirina sîyaseta dewleta Ingilîsê ya firotina çek û rext û alavên ewlehîyê bo welatên binpêkirê mafên mirovan ên wek Erebistan û Behrêynê û got: Li halekî ku hemî sazîyên navnetewî, dorpêçkirin û bombarankirina gelê Yemenê şermezar kirine, bê guman şirîkên vê cinayetê jî yê li dadgehên raya giştî ya navnetewî bên şermezarkirin û binpêkirên mafên mirovan jî bên nasandinê.

Şemixanî kiryara Amerîkayê li hemberî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê jî “bobelatekw tam“ bi nav kir û got: Dewama vê sîyasetê bilî jinavbirina hitbara sîyasî ya Amerîkayê, yê rêketinamên navnetewî bêxe bin pirsan.

Borîs Canson jî li vê hevdîtinê bi pêgirîya ser neyarîya Londonê  li hemberî biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Israîlê got: Ingilîsê tu biryarek ji bo veguhestina balyozxana xwe bo Qudsê tineye.

Canson herwiha pêgirî li ser pêwîstîya çareserkirin û nehîştina pirsgirêk û berbendên ser rêka cihanîna rêkeitnama navokî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu