ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Şemixanî: Îran pêbendê şopandina rêçareya sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê ye

Sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê li bara dilgiranîya rayedarên hin welatên navçê ji ber însîyatîfa sîyasî ya sêalî ya Îran, Rûsîya û Tirkîyê got: Ev dilgiranîya ji ber jidestçûyîna potansîyela komên têrorîst e.

Alêksandêr Lavrêntînof nunerê taybet ê serokomarê Rûsîyê li karên Sûrîyê ku niha li Têhranê ye, îro li hevdîtina tev Elî Şemixanî sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê alûgurên herî dawîyê yên Sûrîyê û navçê û hevkarîyên hevpar li warêsekinîna li hemberî têrorîsmê hilkolandin.

Sêkrêtêrê konseya bilind a ewlehîya netewî ya Îranê di vê hevdîtinê da pêkutî kir: Komara Islamî ya Îranê pêbendê şopandina rêçareya sîyasî jibo kutakirina qeyrana Sûrîyê ye û Têhran rêçareya serbazî tenê li hemberî komên ku naxwazin tifinga xwe daynin erdê, kêrhatî dizane.

Şemixanî herwiha got: Heta dema ku têrorîstên DAIŞ û el-Nusrê li Sûrîyê hebin û hin welatên navçê pişta wan bigirin, rêçareya sîyasî û aştî jibo Sûrîyê û navçê bidest nakeve.

Şemixanî herwiha got: Lidarxistina civîna Astanê li bara Sûrîyê, şêwazeke demkî ye ku dikare wekî mînakeke kutakirina qeyranên navçeyî bi saya sûdwergirtina ji potansîyelên xwecihî bê bikaranînê.

Alêksandêr Lavrêntîyof jî piştgirî da rola kêrhatî ya Îranê li pêvajoya sîyasî ya pêkanîna aştîyê li Sûrîyê, lidarxistina serkevtî ya civîna Astanê destkevteke berbiçav jibo dewama însîyatîfên sîyasî yên sêalî yên Îran, Turkîye û Ûrsêtê zanî.

Nunerê taybet ê serokomarê Ûrsêtê li karên Sûrîyê herwiha got: Hevkarîyên meydanî yên Îran û Ûrsêt û Sûrîyê li dijî têrorîstan û komên ku pêbendê rêçareya sîyasî nebin yê bidomin û gotûbêjên sîyasî tu astengîyekê li pêvajoya têkoşîna li hemberî têrorîsmê li vî welatî çê nakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu