Şemixanî: Rawêjkarîya berfire di navbera welatên rojavaya Asyayê da pêwîst e
Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê got ku gotûbêja rasterast û rawêjkarîyên berfire di navbera welatên rojavaya Asyayê da pêwîstîyeke bêveger e.
Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê Elî Şemixanî li Konfiransa Navnetewî ya Berevanî û Ewlehî li Rojavaya Asyayê ku li Têhraên hat ldiarxistinê, got: Dijmin ji valatîya ji ber nebûna rawêjkarîya berdewam a di navbera welatên navçê da bi awayekî narewa sûdê werdigirin û bi şebekeyên civakî, mêdya, gotegot û opêrasyonên rewanî lê digerin ku pêşîya pêkhatina ewlehîya komkî û hevkarîya welatên herêmê bigirin.
Şemixanî rawestandina kirîn û depokirina çekên welatên bîyanî pêwîstîyeke bêveger ji bo kêmkirina gêreyê li Rojhilata Navînê zanî û got: Dewama sekinîna teqil, berfire û bêyî cidakarîyê li hemberî komên têrorîst di asta herêmê da bi hevkarîyê, istiratêjîyeke pêwîst ji bo dabînkirina ewlehîyê li devera têrorîsmlêketî ya rojavaya Asyayê ye.
Şemixanî berfirekirina danuistandinên sîyasî, aborî, çandî û saybêrî ya welatên herêmê wekî rêxweşkera pêşxistin û pêşketinê zanî û got: Heke aborî û bawerîyên çandî bên serrastkirin, bê guman şûtina mejîyê ciwanan û an sûdwegirtina narewa ji pirsgirêkên ciwanan ji hêla kesên tekfîrî va dê kêm bibe.
Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê herwiha bal kişand ser gefên nû yên di asta ewlehîya netewî da û sekinîna rêkûpêk li hemberî gefên saybêrî ji bo parastina sînorên întêrnêtî yên welatan pêwîst zanî û hêvî kir: Bi hevkarîya welatên navçê aştî, istiqrar, ewlehîya xwecihî û mayinde, imkan, rehetî û pêşketin li rojavaya Asyayê bên dabînkirinê.