CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: “Amerîka, Erebistan û Brîtanyayê li nav Întirnitê şerekî bi cîgirtî li dijî Îranê bi rê xistine“

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê destnîşan kir: “Tiştê ku li nav Întirnitê di rojên dawî da li dijî Komara Îslamî ya Îranê qewimî û diqewime, şerekî bi cîgirtî li dijî gelê Îranê ye“.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Şemxanî li hevpeyivîna bi kanala El Meyadîna Libnanê got: “Heştag û peyamên têkildarî rewşa çend rojên dawî li Îranê ji nav Amerîka û welatên din ên hevpeymanê Waşîngtonê ji wan Brîtanya û Erebistanê va tên rêvebirin“.

Di rojên bihurî da hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Rayedarên amerîkî, Rêjîma Siyonîst, Brîtanya, Rêjîma Siûdî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî hewil dan ku van kombûnan di riya pêkanîna alozî û tevliheviyê bi rê ve bibin.

Yek ji kiryarên Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji bo pêkanîna alozî û tevliheviyê li Îranê piştevanî û xwestina ji kesên alozîçêker ji bo xerakirinê û berfirekirina nearamiyê li nav bajaran bûye.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku armanca destwerdana biyanî ya birêxistinkirî girtina pêşiya geşatiya Îranê ye, got: “Dijminên Îrana Îslamî hewl didin ku Îranê ji hundir va hilweşînin, lê tu carî dê bi ser nekevin“.

Şemxanî her wiha got: “Gelê Îranê li ser destwerdana Amerîka û hevpeymanên wî welatî ji wan siûdiyan li karên navxweyî yên Îrqanê hestiyar in“.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku Erebistanê li çarçova sênaryo û plana siyasî ya xwe li dijî Îranê gellek dirav xerc kirye û hin servîs damezirandine û destnîşan kir: “Alê Siûd bixeterbûna bersiv û berteka Îranê li hemberî destwerdanên xwe dizane“.

Başa dön tuşu