Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, sibeha îro yekşemê li daxuyaniyekê bi şermezarkirina êrişa hewayî ya vê dawiyê ya Erebistana Siûdî ser Yemenê, destnîşan kir bombebarana rêûresma sersaxiyê li Yemenê ji aliyê Erebistanê ve, bi çekên ku Amerîkayê şandibûn cih hatin û ev welata di vê cinayetê pişikdar e û divê bersivê bide.
Şemxanî di vê daxuyaniyê de bal kişand ser vê yekê ku divê raya giştî ya welatên rojavayî bizanibin ku dewletên wan li dewama şerrê li Yemenê çi roleka xwe hene û destnîşan kir, firotina çekan bo Erebistana Siûdî û Mîrekên Yekgirtî yên Erebî ku roleka girîng li destdirêjiya leşkerî ya ser Yemenê û kuştina xelkê bêsûc ê yemenî hene, divê ji aliyê welatên rojavayî ve were sekinandin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, herwiha destnîşan kir êrişa artêşa Yemenê ser gemiya cengî ya imaratî, berevaniya ji hakimiyet û yekperçetiya axa Yemenê û dijî destdirêjkerekî bûye.
Yasêr El Ewazî, alîkarê giştî yê Partya Kongireya Gelanî ya Yemenê, şemiyê bi şev ragihand, hejamra şehîdên cinayeta siudiyan li êrişa ser rêûrisma sersaxiyekê li başûrê Senayê, gihîştiye 458 kesî û hejmara birîndarên vê cinayetê jî gihîştiye 356 kesî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)