CîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Şemxanî: Amerîka hokara nakokiyê li pêvajoya çareseriya qeyrana Sûriyê ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Êrîşa mûşekî ya Amerîkayê li ser Sûriyê bi armanca zêdekirna zexta li ser dewleta qanûnî ya Beşar Esedê serokoamrê Sûriyê û pêkanîna nakokiyan li pêvajoya çareseriya qeyrana Sûriyê pêk hat.

Li gorî nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora IRIB News`ê, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî roja şemiyê li gotûbêja telefonî digel sekreterê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Rûsyayê Nîkolay Patruşev got: Ev kiryarên Amerîkayê ji bilî xurtkirina morala çeteyan, wê li pêvajoya sekinîna li hemberî têrorîsmê jî ku bi hevkariya dewletên Îran, Sûriye û Rûsiyê û bi çavdêriya Rêxistina Neteweyên yekbûyî tê şopandin, nakokiyan pêk bîne.

Şemxanî tevî pêgiriya li ser pêwîstiya damezirandina komîteya serbixwe ya lêkolîna navneteweyî ji bo ronkirina berûlayên bûyera gumanber a kîmyayî li Idliba Sûriyê, got: Li gorî berhevkirin û jinavbirina çekên kîmyayî yên Sûriyê ku di salên buhurî da û bi dahêneriya Rûsiyê û di bin çavdêriya NY da pêk hat, bi hetim ev kar ji laiyekî sêyem û bi mebesta pêkanîna mehneyê ji bo êrîşa leşkerî li ser Sûriyê pêk hatiye.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê her wiha bal kişande ser destkevtên berbiçav ên meydanî û siyasî ji ber azadkirina Helebê û got: Riya serkutkirina bihêz a tevgera têrorîst wê bi dewama hevkariya stratijîk a Îran, Sûriye, Rûsiyê û bereya berxwedanê were domandin.

Nîkolay Patrusev jî li vê gotûbêja telefonî tevî şermezarkirina êrîşa leşkerî ya Amerîkayê li ser Sûriyê, got: Karê Amerîkayê eşkere danîna qanûnên navneteweyî bin piyan, destdirêjiya eşkere li ser welatekî serbixwe, li dijî berjewendiyên ragihandî yên saziya hikûmetî ya Amerîkayê û alîkariya bo terorîstan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu