ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Amerîka terorîsmê bi kar tîne

Elî Şemxanî, sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Komara îslamiya Îranê, got: Amerîka li navçê, komên terorîst bi kar tîne.

Elî Şemxanî, li gotûbêja bi belavoka fransî ya Fîgaro`yê re, destnîşan kir: Amerîka komên terorîst bi kar tîne ta ku armancên xwe yên stratêjîk pêşda bibe û êrişên Amerîkayê ser pêgehên hêzên artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê, di çarçoveya piştgiriya ji DAIŞ`ê de cih tên.

Şemxanî li bara gefa DAIŞ`ê jibo Îranê jî destnîşan kir: DAIŞ bûye amûrek di destê hin welatên navçê da jibo gefxwerina li welatên din ên navçê û karistana berhemanîna fikra tekfîrî ku DAIŞ`ê teyar dike, li Erebista Siûdî ye.

Sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê destnîşan kir: Fikra wehabiyetê, perê niftê  û kesên binketî ji siyasetên desthilatdarên siûdî, hêla berhemanîna terorîstan li Erebistana Siûdî pêk tînin.

Şemxanî herwiha got: Îranê di van salên buhurî de berdêleka zav a madî û manewî jibo dabînkirina ewlehiya sînorên xwe li hember gefên DAIŞ`ê daye û hîn jî şerrê ewlehî û istixbaratî ya bi hêzên nifûzî, didome.

Sekreterê konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê herwiha libara helwêstên berpirsên siûdî bona gefxwerina li Îranê, got: Welîehdê Erebistanê, vê dawiyê ragihand ku wê şêrr bikişîne nava Îranê û çend rojan piştî vê gotinê, komek ji sînorvanên îranî şehîd bûn.

Şemxanî got: Hêzên ewlehiyê yên Îranê, vê dawiyê çend kesan ku li Ehwazê operasyona cih anîbûn, dema derketina ji Îranê girtin û ew ji xwe mukur hatin ku Erebistana Siûdî, pere daye wan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu