ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê ji ber jordaketina balafira rêwîhilgir sersaxî da gel û dewleta Ûrsêtê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamî ya Îranê ji ber jordaketina balafira rêwîhilgir a Ûrsêtê li deryaya Reş, heyf û mixabinîya xwe nîşn da û sersaxî da gel û dewleta Rûsîyê.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, ji ber candayîna zêde ji 90 kesî di encama jordaketina balafira Topolof-154 a Ûrsêtê li deryaya Reş, sersaxî da gel, dewleta Rûsîyê û malbatên gorîyên vê bûyerê.

Balafira Topolof-154 a wezareta berevanîya Rûsîyê vê sibê çend xulekan bi dû rabûna ji balafirgeha Sûçîyê, dîmena wê ser radarê nema.

Ev balafira ji Sûçîyê diçû Laziqîya Sûrîyê li perravên rojhilata deryaya Midîteranê (deryaya Sipî) ku li esmanê deryaya Reş jorda ket.

Nûçegihan, personelên serbazî û mûsîqîzanên Koma Alêksandrof`ê di vê balafirê da bûn. Pirtîyên vê balafirê li perravên Sûçîyê li deryaya Reş hatin dîtinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu