ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Berjewendiyên stratejîk ên Iraqê wê bi xurtkirina yekperçetî û yekgirtîbûnê serê xwe bigire

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî, yekgirtîbûna di navbera komên curbicur de li çarçoveya Iraqa Yekgirtî , ewlewiyeta herî girîng a bona derbasbûna ji qeyrana niha ya ewlehiyê da zanîn û got: Berjewendiyên stratejîk ên Iraqê, tenê wê bi xurtkirina yekperçetî û yekgirtîbûnê serê xwe bigire.

Li gorî rapoa Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Berhem Salih, alîkarê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), sibeha îro sêşemiyê tev Elî Şemxanî, nûnerê rêberê giranqedr ê Înqilabê û sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî, hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Şemxanî, li vê hevdîtinê, bal kişand ser peywendiya dîrokî û baş a di navbera Komara Îslamiya Îranê û komên kurdî yên li Iraqê de û got: Hevaltî û dostiya kûr a di navbera Îranê û birayên me yên kurdên iraqî de, bona hevkarî û têkoşîna hevpar a li mideha bi salan li qad û meydanên dijwar û bikêşe bûye û têk naçe.

Wî ji bo Calal Talibanî, sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK), hêviya tendurustî û silametiyê kir û wî wekî heval û rêhevalê salên xwîn û xeterê da zanîn û got: Kesayetiya pirr balkêş, bi feraset û rola berbiçav a Mam Celal li şerrê li hember zordarî û kedxweriyê, wê tu caran ji bîra xelkê Iraqê neçe.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî,  yekperçetî û yekgirtîbûna di navbera eşîr û komên curbicur, li çarçoveya Iraqa yekgirtî, ewlewiyeta herî girîng a bona derbasbûna ji qeyrana niha ya ewlehiyê û serketina li hember terorîstan, da zanîn û got: Berjewendiyên sstratêjîk ên Iraqê wê bi xurtkirina yekperçetî û yekgirtîbûnê serê xwe bigire.

Şemxanî li dawiyê, bi ragihandina amadetiya ji bo geşkirina peywendiyên siyasî û aborî tev Herêma Kurdistana Iraqê, li çarçoveya stratêjiyên dewleta navendî ya Iraqê, got: Yekgirtîbûn û bihevrebûna ber bi zêdebûnê ya di navbera komên kurdî de bona beşdariya çalak a li nijyara siyasî û aboriya Iraqa yekperçe û yekgirtî, siyaseta Komara Îslamiya Îranê ye ku nayê guhertin.

Berhem Salih, alîkarê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), jî li vê hevdîtinê, bi sipasiya ji kiryarên binirx û piştgiriyên berdewam ên Komara Îslamiya Îranê di warê sekinîna li hember terorîsmê, destnîşan kir: Berfirehkirina peywendî û hevkariyan tev Îranê, ji bo Kurdistana Iraqê, pirr giring e.

Wî destnîşan kir ku divê li hember liv û tevgerên dijminan û fikrên tekfîrî, bona pêşîgirtina ji berfirehbûna ketin û hizûra terorîsmê, hişmend bin û got: Hişkkirina kokên kuştin, bêewlehîtî û nefretê, tenê bi sekinîn û şerrê berdewam ê dijî terorîsmê, serê xwe bigire.

Alîkarê sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê (YNK), herwiha destnîşan kir: Em Komara Îslamiya Îranê, hevgirtiya xwe ya stratêjîk dizanin û qedrê vî welatî bona rola kêrhatî ya Têhranê li sekinîna li hember terorîsmê û piştevaniya ji xelkê Iraqê bona dabînkirina aramî û ewlehiya li vî welatî, digirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu