NûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Derketina Rûsyayê ji Sûriyê bi hevahengiyê cih hat.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Derketina Rûsyayê ji Sûriyê bi hevahengiyê û bernameya ji pêş ve organîzebûyî cih hat û qet nişkêvayî nebû.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî îro li hevpeyvîna bi nûçegihanê IRIB Newsê re anî ziman ku şerê li dij terorîzmê nehatiye rawestandin û ev pêvajoya hîn berdewam dike û pêşdaçûna hêzên Sûriyê li deverên ku grûpên çekdar û terorîst ewlehiya xelkê têxin ber talukê bi alîkariya şêwirkarên îranî û rûsî berdewam dike.

Şemxanî got: Diyarkirina pêşeroj û qedera Sûriyê bi tenê li destê xelkê vî welatî ye û her plan û projeyek ku ev mesela girîng têda neyê berçav girtin herwek berê bê encam dibîne.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê herwiha got: Lawazkirina nizama Sûriyê her ji destpêkê ve projeke siyonîstî û amerîkî bû bona lawazkirina berxwedanê li navçê de, li vê çarçovê de hin welatên navçê ku ti pêwendiyeke xwe bi demokrasiyê re tinen alîkariya wan dikirin.

Şemxanî got: Niha terorîsîm bi tenê di nav sînorên navçê de nemaye, ew gihêştiye Ewropayê jî lê heyf hîn jî hin welat li ser siyasetên xwe yên şaş li bara Sûriyê îsrarê dikin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji hev cudakirina terorîzmê û şêwaz û helwêstên durûtî li babeta rawestana li ber wê stratejiya neyarên ewlehiya navçê da zanîn û got: Gişt grûpên terorîst û şikl û formên wan ên curbicur divê werin berçav girtin û meşrûdayîna siyasî bo wan dibe sedema qahêm û îstembûna terorîsmê li navçê de ku eva bi xwe talukeyên zav ji navçê, Ewropa û welatên cînar re heye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu