Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê, hevkarîya Îran û Ûrsêtê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Sûrîyê sitratêjîk zanî.
Elî Şemxanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî ya Îranê wek berteka li hemberî weşandina hin nûçeyan li warê sûdwergirtina Ûrsêtê ji esman û imkanên Îranê jibo êrişa ser têrorîstên li Sûrîyê pêgîrî kir: Hevkarîyên Têhran û Moskovê jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê li Sûrîyê sitratêjîk in û potansîyel û imkanên di vî warî da amade ne.
Şemxanî li gotûbêja ligel nûçegihanê IRNA`yê got ku hevkarîyên kêrhatî di navbera Îran, Rûsîya û bereya berxwedanê da yê heta têkbirina tam a têrorîstan bidomin û sûdwergirtina ji doktorîna “ berxwedana gelanî“ tenha rêya sekinîna li hemberî gefên têrorîstî û parastina serxwebûn û ewlehîya welatên islamî ye.
Şemxanî li bara kiryarên rêjîma siûdî li navçê ji wan piştgirîya ji komên têrorîst li Sûrîye û Yemenê û bikaranîna Minafiqan jibo alozkirina ewlehîya welatên islamî jî got: Gelên misilman qebûl nakin ku Erebistan sermayên daraîyê yên xwe di rîya bihêzkirina komên tekfîrî yan têrorîst da bi kar bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)