ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Dirêjkirina boykotan piştî Lihevkirina Navokî binpêkirina wê ye

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Komara Îslamî ya Îranê dirêjkirina boykotan di heyama piştî Lihevkirina Navokî nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wek binpêkirina vê lihevkirinê da zanîn.

Li gorî rapora sikritirxaneya Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê, Elî Şemxanî sikritirê Kosneya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê roja sêşemiyê li parêzgeha Gulistanê li bakûrê Îranê got: Çavdêrên navneteweyî û welatên cîhanê li ser rastbûna cihanîna sozên Îranê li Lihevkirina Navokî disekinin û heke Lihevkirina Navokî ji aliyên din va were binpêkirin wê kiryarên pêşbînîkirî wek bersiv bilez pêk werin.

Şemxanî her viha got: Ji bo Komara Îslamî ya Îranê ji ber pênaseya wê ya înqilabî û dijayetiya gewherî ku digel pergala desthilatdar a cîhanî ra heye cîbicîbûnên li pergala siyasî ya hêzxurtên cîhanê û cinsiyet û rengê çerm û girêdayîbûna bi partiyekê ji bo rêberên wan wê ti cudatiyekê pêk neyne.

Şemxanî destnîşan kir: Itirafa amerîkiyan li bara viya ku bi xercê destwerdana leşkerî ya dervesînoriya vî welatî imkana du caran avakirina Amerîkayê hebû, piştrastkirina helwêstên zêdetir ji 30 salan ên Îranê li bara nerewa û pirxercbûna destwerdana derveyiya wî welatî ye.

Şemxanî bal kişande ser Komcivîna mezin a Çilema Îmam Hisên (S) û kombûna miliyonî ya ziyaretkeran li bajarê pîroz ê Kerbelayê jî û got: Rêûrisma Erbeînê gere sembola yekîtiya hemî bindest, azade û zilmnexwazên cîhanê, yekîtiya umeta îslamî û yekparçetiya cîhana şîeyê be.

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê bi bîr xist: Meşa girseyiya Çilema Îmam Hisên (S) nimada hêza nerm a misilmanan û pêkênera derfetên siyasî, civakî û çandî ji bo cîhana îslamê ye.

Şemxanî destnîşan kir: Roja îro mixabin tekfîrî li meydanê û hinek ji welatên paşverû yên ereb jî li warê siyasetê hewil didin ku mijara Rêjîma Siyonîst li cîhana îslamê bikin gefa duyem û bi xwînîkirina sînorên cîhanan îslamê îmkana sekinîna li hemberî berfirexwaziya Rêjîma Siyonîst bisînor bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu