Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bawer e ku hizûra hêzên derveyî navçê ewlehiya Kendava Farsê li hev dixe.
Deryavan (admîral) Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê şevê piştî seredana heştem nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên deryayî û deryavaniyê li Kîşê got: Damezrandina ewlehiyê bi hizûra welatên cînar cih tê û mixabin hizûra biyaniyan li navçê derfeta hevkariyê ji cînarên Îranê istandiye.
Deryavan Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê li bara operassyona artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê jibo azadkirina Mûsilê jî got: Gelê Iraqê bi alîkariya hevpeymanên xwe hebûna nemimbarek a tekfîriyên ku li medresên tekfîrî yên hin welatên navçê perwerde bûne ji axa xwe derdixîne.
Heştem nîşangeha navneteweyî ya pêşeyên deryayî û deryavaniyê sêşemiyê şevê bi beşdariya Deryavan Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, rêveberê navça azad a Kîşê û berpirsên leşkirî û welêt destpê bû.
Ev nîşangeha bi beşdariya 110 kompaniyên biyanî û 260 kompaniyên navxweyî li navenda nîşangehên navneteweyî yên girava Kîşê karê xwe destpê kir û heya înê 21 Cotmehê dê mazovaniya hogirên xwe bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)