ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Îsraîl tenê qeyrana gewherî li rojava Asiyayê ye

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Rejîma Siyonîstî tenê hegera qeyranê li rojava ASiyayê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Şemxanî roja yekşemiyê li civîna ewlehiyê ya Têhranê ser mijara  “Rêkûpêkiya  Ewlehiya navçeyî li Rojava Asiyayê“ tekez kir: Tu yek ji welatên cînar û navça rojava  Asiyayê xêncî Îsraîlê ji Îranê re wek gef nayên hesabê.

Şemxanî destnîşan kir ku qeyranên  navçeyî destçêkirî û sexte ne û got: Pêşbirka çek û sîlehî li navçê û bixwînkirina  sînorên cîhana Îslamê li çarçêva  armancên  qawetên  seranavçeyî jibo nuximandina  qeyrana sereke  û valakirin û xalifandina  zirûfên  rawestana li ber Rejîma Siyonîstî ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku  tu rêçareyeke  eskerî ya mayînde jibo çareserkirina  qeyranên  navçê tine û destnîşan kir: Xeyala  çêkirina  serketî an şikestxwariyê tekûz li gêre û kêşeyên  heyî nabe ku bibe sedem ta ku nihêrîna  eskerî pêşî li riya gotûbêjê bigire.

Şemxanî got: Mînaka  Komara Îslamî ya Îranê ku têde  mezheb, qewm û olên curbicur xwediyê maf û cih û şûna  wekhev in dikare  wek pêvajoyeke  serketî li welatên  navçê were xebitandin.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê diayr kir: Bikaranîna  terorîzmê wek amorek jibo pêşdebirina  armancên siaysî û girêdana wê bi ola Îslamê jibo berfirehkirina Mijara Tirsandina ji Îslamê û her wiha pêkanîna  bêtifaqiyê navbera misilmanan rewşeke pir xirab pêk aniye ku tenê Rejîma Siyonîstî qazanc dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu