Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Rejîma Siyonîstî tenê hegera qeyranê li rojava ASiyayê da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê, Elî Şemxanî roja yekşemiyê li civîna ewlehiyê ya Têhranê ser mijara “Rêkûpêkiya Ewlehiya navçeyî li Rojava Asiyayê“ tekez kir: Tu yek ji welatên cînar û navça rojava Asiyayê xêncî Îsraîlê ji Îranê re wek gef nayên hesabê.
Şemxanî destnîşan kir ku qeyranên navçeyî destçêkirî û sexte ne û got: Pêşbirka çek û sîlehî li navçê û bixwînkirina sînorên cîhana Îslamê li çarçêva armancên qawetên seranavçeyî jibo nuximandina qeyrana sereke û valakirin û xalifandina zirûfên rawestana li ber Rejîma Siyonîstî ye.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tu rêçareyeke eskerî ya mayînde jibo çareserkirina qeyranên navçê tine û destnîşan kir: Xeyala çêkirina serketî an şikestxwariyê tekûz li gêre û kêşeyên heyî nabe ku bibe sedem ta ku nihêrîna eskerî pêşî li riya gotûbêjê bigire.
Şemxanî got: Mînaka Komara Îslamî ya Îranê ku têde mezheb, qewm û olên curbicur xwediyê maf û cih û şûna wekhev in dikare wek pêvajoyeke serketî li welatên navçê were xebitandin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê diayr kir: Bikaranîna terorîzmê wek amorek jibo pêşdebirina armancên siaysî û girêdana wê bi ola Îslamê jibo berfirehkirina Mijara Tirsandina ji Îslamê û her wiha pêkanîna bêtifaqiyê navbera misilmanan rewşeke pir xirab pêk aniye ku tenê Rejîma Siyonîstî qazanc dike (BANGÊ ÎSLÂMİ).