ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Kokbirkirina terorîsmê hewcedara çaksaziya fikrên tund e

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, kokbirkirina fikra terorîsmê hewcedara jinavbirina sedemên pêkhatina wê û çaksaziya fikrên xalifandî û tundrê da zanîn.

Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, roja çarşemiyê li heştemîn civîna ewlehiya neteweyî ya li Rûsiyê, bal kişand ser vê yekê ku terorîsm her wekî berê di serê gefên ewlehiya neteweyî ya civaka cîhanî da ye û got: “Divê tevî jinavbirina navendên berhemanîn, belavkirin û weşana fikrên terorîstî, rê û sedemên siyasî, civakî û aboriya qat û eşîrên lawaz ku civakeka guncav jibo çûyîna ber bi terorîsmê ne jî werin dermankirin.

Şemxanî herwiha got: Her yek ji welatên ku li civîna Moskovayê beşdar bûne, li erdên xwe tecrubeyên wan ên tal û şêrîn ji şerrê dijî terorîstan hene ku dikarin wan vebêjin, lê mijara girîng, bidestxistina têgihîştineke hevpar, siyaseteka rast, giştalî û hevkariya giştalî li warê diyardeya terorîsmê ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bi raberkirina vê pirsyarê ku komên terorîst û ji wan DAIŞ, çawan karîne sîstimên pêşketî yên peywendiyê, çekên pêşketî yên leşkerî û komkujiyê bi dest bixin? destnîşan kir: “Hin welat bi reftarên xwe yên dijhev, bi awayekî aşkera û veşartî bi tevgerên terorîst re peywendiya wan hene û komeka terorîst bêyî piştgiriya derveyî nikare jibo mideheka demdirêj, jiyana xwe bidomîne“.

Şemxanî, dadweriya li bara encamên êrişa Amerîkayê û hin hevpeymanên wê ser Efxanistan, Iraq, Lîbya û vê dawiyê jî ser Yemen û Sûriyê, ispartine berpirsên payebilind ên ewlehiyê yên ku li civîna Moskoyê beşdar in û destnîşan kir:“ Eger ku Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bona çareserkirina qeyranên navçê, bi awayekî lawaz tev negeryaba û reftareka dirust û ciddî bi van destwerdanên leşkerî yên neqanûnî re cih hatiba, cehana niha ev qasî bêewleh û nearam nedibû“.

Heştemîn civîna navneteweyî ya ewlehiya cîhanê bi beşdariya taximên payebilind ji berpirsên saziyên ewlehiyê yên welatên curbicur ên cîhanê ji wan Îranê, roja çarşemiyê li bajarê `Zawîdowayê` li bakûrê rojavaya Moskoyê hate lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu