Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê diyar kir ji ber dijberiya Îranê li hember beşdariya Emerîkayê li civîna tê ya Astanê, ev welata li rêveberî û hilkolandina encamên vê civînê rola xwe tinabe.
Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê, Elî Şemxanî, roja çarşemiyê bal kişand ser pêşîna bêsozî û nekêrhatîbûna Emerîkayê jibo damezrandina agirbesê û rênimûniya aliyên têkildar li Sûriyê ber bi gotûbêjê û got : Tu belgeyek jibo beşdariya Emerîkayê li rêveberî, stratejî û rênimûniya însiyatîvên siyasî yên niha li qeyrana Sûriyê tine û ev welata li civîna tê ya li Astanê paytexta Qezaqistanê rola xwe tinabe.
Şemxanî destnîşan kir: Îran wek welatê ku rola herî sereke li piştgiriya ji dewleat qanûnî ya Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê hebûye li pêvajoyên siyasî ji wan li civîna Astanê jî dê bi awayekî çalak beşdar bibe.
Sekreterê Konseya bilind a ewlehiya neteweyî ya Îranê tekez kir: Tenê grûpên çekdar ku hevhatina agirbesê wajo kirine û berpirsiyariya xwe li hember gotûbêjên sûrî-sûrî ragihandine tev nunerê NY bo civîna Astanê hatine vexwendinê. Civîna bajarê Astanê li rojên 23 û 24ê Çilla îsal li Qezaqistanê bi çavdêriya Îran , Rûsiye û Tirkiyê tê li dar xistin.
Mêhwera vê civînê, lidarxistina gotûbêjên sûrî-sûrî bi armanca pêkanîna rewşê jibo çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyê ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)