AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: Rewş ji bo geşatiya peywendiyên Îran û Hindê xweş bûye

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê got: Rewşa pêwsît ji bo pêkanîna têperîneke erênî li peywendiyên Têhran û Dêhliya Nû li warên duyalî, navçeyî û navneteweyî amade bûye.

Deryavan Elî Şemxanî sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê roja îniyê li dema gihîştina Dêhliya Nû li hevpeyivîna digel nûçegihanan bal kişande ser babetên hevpar ên Îran û Hindê di warên cûrbicrû da û got: Xurtkirina hevkariyên nava du welatan li warên siyasî, ewlehî, parastin û aborî mijara sereke ya berpirsên du welatan li dem û dewrana piştî Lihevkirina Navokî ye.

Şemxanî amaje bi sefera vê dawiyê ya serokwezîrê Hindê bo Îranê kir û got: Xurtkiirna hevkariyên giştalî digel welatên ku li dewrana boykotên zalimane li kêleka Komara Islamî ya Îranê man, mijara sereke li siyaseta derveyiya Îranê ye.

Sêkrêtêrê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê destnîşan kir: Babetên hevpar ên şaristaniyet, dîrokî û mezhebî di navbera du welatan da û hebûna civata mezin a misilmanan li Hindê rewşeke guncaw ji bo berfirehkirina danûstandinên çandî nava du welatan dabîn kiriye.

Şemxanî her viha got: Di rewşa ku têrorîsma tekfîrî bi raberkirina şiroveyên derew ji ola pîroz a islamê, rûyê misilmanan li cîhanê  xerab kiriye, divê ku em bi saya zêdekirina peywendiyên hedefmend di navbera misilmanên cîhanê kokên baweriyê yên têrorîsmê ji nav bibin.

Sêkrêtêrê  Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê roja îniyê ji bo sefereke durojî û gotûbêja ligel rayedarên hindî gihîşte Dêhliya Nû ya paytexta Hindê.

Şemxanî biryar e ku îro berêvarî li yekem bernameya xwe ya vê seferê digel Narênda Modî serokwezîrê Hindê hevdîtin û gotûbêjê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu